PENTAGON HÊZA TEQWIYEYÊ DIŞÎNE KENDAVÊ

Wezîrê Parastinê yê Emerîka Mark Esper ragihand ku li ser daxwaza Erebistana Siûdî û Îmarata Erebî wê hêza teqwiyeyê bişînin Kendavê.

Mark Esper têkildarî hejmara yekîneyên leşkerî û tîmên wê werin şandin ti agahî neda.

Emerîka doh roja Îranê cezayên li dijî Bankeya Navendî ya Îranê zêde kir.

Mark Esper xistina balafira keşfê ya xwe welatê xwe di meha Hezîranê ji aliyê Îranê ve bi bîr xist.

Her weha balkişand ser desteserkirina keştiyekî Îngîlîzî

Û êrîşa 14’ê Îlonê ya li dijî du xetên petrolê yên stratejîk yên Erebistana Siûdî.

Esper ev êrîş weke nûnertiya zêdebûna êrîşên Îranê bi nav kir.

Leave a Reply

Back to top button