Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ji ber bermahiyên avakirinê li kolanên navçeyê bi gazin in.
Şêniyan diyar kirin ku ev bermahî rê li pêşiya erebeyan digirin û bedewbûna tax û kolanê radike.
Şêniyan daxwaz ji şaredariyê kirin ku çareseriyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin.
Endamê rêveberiya beşa zabîte ya Şaredariya Gel Ednan Ebas têkildarî mijarê axivî û got,
Agahiya me ji vê pirsgirêkê heye, ji ber vê yekê me biryarnameyek derxist:
Ew jî veberînerên avahiyan bermahiyên lêkirinê ji kolanên giştî û taxên navçeyê rakin.
Her wiha Ebas diyar kir ku kesên biryarnameyê pêk neynin, wê rastî cezayên qanûnî werin.