Endamekî buroya Siyasî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê ragihand ew ê bi hemû hêza xwe bixebitin heya însyatîfa KNK’ê ya avakirina yekitiya Kurdî bi ser bikeve.
Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Çepgir a Kurd li Sûriyê Husên Elî destnîşan kir ku hin kesayet û aliyên siyasî yên kurdî vê însiyatîfê red dikin.
Elî ev redkirin wekî delîlê girêdana wan bi ajindeyên derve ve bi nav kir.
Elî bi dewamî got:
Bi rastî, têkilî bi tevahî partiyaran re pêk hat û lêkolîn bi zêdetirî 28 partiyan re çêbû.
Lê mixabin heta niha partiyên ENKS û Partiya Demokratîk a Pêşverû tu bersiv nedane.
Encumena Nîştimanî bersiv neda ji ber perspektîvên xwe ji derve werdigire.
Lê divê helwestên xwe aşkere bikin.
Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK)-Rojava ji destpêka îsal bi armanca avakirina yekitiya partiyên kurdî bê navber dixebite.
Kongreyê bi gelek partî û rêxistinên kurdî re hevdîtin kir, di encama hevdîtinê de însyatîfa KNK hate avakirin.