GELEK MEWZIYÊN LI GIRÊ SPÎ HATIN HILWEŞANDIN

Di çarçoveya lihevkirina mekanîzmeya ewlehiya sînor de gelek mewziyên li Girê Spî hatin hilweşandin.

Îro dewriyek hevbeş a hêzên ewlehiya sînor ên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Girê Spî û hêzên Emerîkayê derket.

Dewreyê mewziyên leşkerî yên li nuqteyên ku QSD jê vekişiya û radestî Meclisa Leşkerî ya Girê Spî kir, hilweşandin.

Gelek xendekên di Nuqteya El-Mesref a li aliyê bakurê bajarê Girê Spî hatin hilweşandin.

Tê payîn ku dewriye xebatên hilweşandinê li nuqteyên din jî dewam bike.

Yekemîn dewriyeya hevbeş di navbera DYA û Tirkiyê li rojhilatê bajarê Girê Spî 8`ê Îlonê pêk hat.

Doh Înê jî Hêzên Amerîka û dewleta Tirkiyê dewriyeke hevbeş a helîkopteran li ser sînorê herêma Serêkaniyê gerandin.

Leave a Reply

Back to top button