TRUMP DÎSAN GEFA BERDANA ÇETEYÊN DAIŞÎ BER BI EWROPAYÊ VE XWAR

Serokê DYE Donald Trump careke din gefa berdana çeteyên DAIŞ’ê yên li Sûriyê girtî ne, li Dewletên Ewropî xwar.

Trump got:

Eger dewletên Yekîtiya Ewropayê welatiyên xwe yên ku tevlî DAIŞ’ê bûne wernegirin wê ber bi sînorê welatên wan ve werin berdan.

Trump bang li Fransa û Almaniya kir ku welatiyên xwe yên DAIŞÎ ku li gel Rêveberiya Xweser girtî ne, werbigirin.

Eger wernegirin wê ber bi sînorê welatên wan yên resen ve bên berdan.

Di Tebaxa borî de jî dîsa Trump gefa berdana çeteyên DAIŞ’ê ber bi Ewropayê ve xwaribû.

Rêveberiya Xweser jî gelek caran banga wergirtina van çeteyan li welatên wan kiriye.

Leave a Reply

Back to top button