CENAZEYÊ ŞERVANA YPJ’Ê ZIRYAN CÛDÎ BER BI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ VE HAT OXIRKIRIN

Bi sedan şêniyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyê şervana YPJ’ê Ziryan Cûdî bi rêya deriyê Sêmalka ber bi Başûrê Kurdistanê ve oxir kirin.

Şervana YPJ’ê Rojana Şiwanî bi nasnav Ziryan Cûdî di encama qezayek tirafîkê li Til Temirê de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Dêrik û Girkê Legê cenazeyê şehîd wergirtin, birin deriyê Sêmalka da ku derbasî Başûrê Kurdistanê bê kirin.

Şandina cenazeyê şehîd Ziryan li ser xwesteka malbatê ber bi Başûrê Kurdistanê ve hat şandin.

Piştî merasîma leşkerî, ji fermandarên YPJ’ê Nûcan Xêrikî axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Her weha soza parastina destkeftiyên ku bi saya têkoşîna şehîdan hatine bidestxistin, da.

Piştî axaftinê, şêniyan cenazeyê şehîd Ziryan Cûdî ber bi Başûrê Kurdistanê ve şandin.

Şehîd Ziryan Cûdî wê li cihê jidayikbûna wê Kerkûkê were oxirkirin.

 

Leave a Reply

Back to top button