BI BONEYA 21’Ê ÎLONÊ ROJA AŞTIYÊ YA CÎHANÊ KAMPANIYAK HAT DEST PÊ KIRIN

by ehmad aseed
240 views
Meclisa Jinan a Sûriyê bi boneya 21’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, bi slogana “Aştiya bê sînor” dest bi kampaniyekê kir.

Kampaniya li Çerxerêya Şehîd Rûbar a taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi daxuyaniyekê hat ragihandin.

Daxuyanî ji aliyê endama Koordînasyona Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat ve hate xwendin.

Lîna Berekat îşart bi slogana kampaniyê kir û got:

Em teqez dikin ku aştî nayê parçekirin, divê hemû welat û civakan bigire nava xwe.

Lîna Berekat diyar kir ku eger jin bi hemû hêza xwe tevlî nebin aştî pêk nayê.

Lîna Berekat behsa çalakiyên wan ên plankirî kir û ev tişt got:

Bi dirêjahiya hefteyekê, em ê çalakiyên cur bi cur ji bo pîrozbahiya vê rojê li dar bixin.

Her wiha em ê teqez bikin ku aştî, wek jin, daxwaza me ye.