KOMXEBATA DYALOGAN A MSD’Ê LI ALMANIYAYÊ LI DAR KET

Xebatên Komxebata Diyalogan a Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê li Almaniyayê îro bi tevlîbûna aliyên Opozisyona Sûrî û hejmarek çalakvan û rojnamevanan dest pê kirin.

Komxebata Diyalogan li bajarê Boxûm yê Almaniya dest pê kir.

Di komxebatê de hevserokê MSD’ê Riyad Derar axivî û diyalog bi erênî nirxandin.

Derar got:

Bi van diyalogên avaker çareseriya aloziya Sûrî pêkan e.

Di komxebatê de Hevserokê Buroya Têkiliyan ê MSD’ê Cîhad Omer jî axivî.

Omer behsa tecrûbeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.

Tê payin ku Komxebat du rojan berdewam bike.

Armanca wê jî rêvekirina li ber çareseriyeke siyasî ji bo aloziya Sûrî û lidarxistina Kongreyeke Giştî yê Opzisyona Niştîman a Sûrî.

7’ê vê mehê jî MSD’ê Komxebata Yekemîn a diyalogan li paytexta Almaniyayê Berlînê li dar xist.

Beriya wê jî Tîrmeha borî li paytexta Fransayê Parîsê komxebatek li dar xistibû.

 

Leave a Reply

Back to top button