JEFFREY: EMERÎKA RÊ NADE REJÎMA SÛRÎ VEGERE HERÊMÊN RÊVEBERIYA XWESER

Nûnerê taybet yê Emerîkayê li Sûriyê Jems Ceferî ragihand ku Emerîka wê rê li ber vegera rejîma Sûrî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bigire.

James Ceferî ji rojnameya Emerîkî The Defense Post re axivî.

Ceferî diyar kir ku Emerîka ti carî rê nade rejîma Sûrî ku vegere herêmên Rûveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûrî û ev herêm wê parastî bimînin.

Ceferî da zanîn ku ji bo vê mijarê Emerîka tedbîrên xwe kirin û ev yek wê berdewam be.

Nûnerê taybet yê Emerîkayê li Sûriyê Jems Ceferî da xuyakirin ku divê li tevahiya Sûriyê agirbesteke giştî hebe û ew jî li gorî biryara Meclisa Ewlekariya Navdewetî ya jimar 2254 be.

 

 

Leave a Reply

Back to top button