HPG: LI COLEMÊRGÊ 5 LEŞKERÊN TIRK HATIN KUŞTIN

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê li Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker 3 çalakî pêk anîn. HPG’ê ragihand ku di van çalakiyan de bi kêmanî 5 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

Navenda Ragihandina HPG’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

HPG’ê diyar kir ku hêzên wan 20 mehê li kuleyên nobetê yên ewlekariya qereqolo Zêrîne ya girêdayî bajarokê Bajêrgeh a Colemêrgê xistin.

Di vê çalakiyê de leşkerek hat kuştin.

Wesayîta Reo ku xwest mudaxelek bike jî bû hedef.

Bi dijwarî li wesayîtê hat xistin, 2 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û wesayitê jî derb xwar.

Heman demê de leşkerên dubare ji bo mudaxeleyê û leşkerên li dorî kuleyê kom bûbûn bûn hedefa hêzên Gerîla.

Di vê hedefê de jî 2 leşker hatin kuştin.

HPG’ê doh jî ragihand ku di çalakiyên li Xakurk û Şemzînanê de 7 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button