LI SER SÎNORÊ BAKUR Û ROJHILATÊ KURDISTANÊ KOLBEREK JI ALIYÊ LEŞKERÊN TIRK VE HAT KUŞTIN

Li ser sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de, leşkerên Tirk mîna hêzên rejîma Îranê kolberek kuşt.

Roja Pênçşema borî, leşkerên Tirk li ser sînorê dinavbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê de komek kolber gulebaran kirin.

Di encamê de kolberek hat kuştin.

Li gorî Kolbernews’ê piştî ew kolber birîndar bû, leşkeran ew êşkence kir.

Piştî ku rakirin nexweşxaneya Erzirumê, jiyana xwe ji dest da.

Navê kolberê jiyana xwe ji dest daye, Xalis Hemîd-zade yê 22 salî ye.

Xalis xelkê gundê Balule yê Makoyê ya ser bi parêzgeha Urmiyê ve ye.

Leave a Reply

Back to top button