XELÎL XELFO: BI RÛXANDINA BAREGEHÊN LEŞKERÎ RE, PÊVAJOYA DAWÎ YA GIRÊ SPÎ PÊK HAT

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî ragihand ku, êdî gava dawî ya avakirina mekanîzmeya Ewlekariyê pêk hat.
Fermandar vê yekê dispêre, rakirina xendekên şervanên YPG’ê û QSD’ê.
Bi vî hawî êdî aliyên vê herêmê xalên lihevkirinê yeko yeko bi cih tînin.

Hemwextî gefên Dewleta Tirk û idiyên wê yên têkildarî Mekanîzmeya Ewlekariyê li ser sînor, gavên piratîkî li gorî lihevkirinê tên avêtin.

Vekişîna şervanên YPG’ê û QSD’ê ji ser sînor, yek ji gavên bingehîn ên avakirina vê herêmê ye, li gorî ku hin ziraviyên wê eşkere bûne.

Piştî Serê Kaniyê, li Girê Spî jî, gav bi gav, şervan tevî çekên giran ji ser sînor vedikişin û bi çavdêriya aliyên lihevkirinê, xendekên xwe radikin.

Li gorî danûstandinan jî, Hêzên Ewlekariya Sînor yên meclisên bajran erka rêvebirin û parstina herêmê werdigirin.

Fermanadarê Meclisa leşkerî ya Girê Spî Xelîl Xelfo ji ANHA’yê re diyar kir ku wan bendên lihevkirinê navbera QSD’ê û Emerîka de kên anîn.

Xelfo da zanîn ku wan nuqteyên leşkerî di navbera gundê Nis û bajêr de rakirin û ev yek jî weke pêvajoya dawî ya avakirina herêma navborî ye.

Hefteya borî heman gav li Serê Kaniyê hemwextî firîna balafiran pêk hat.

Her çendî QSD’ê û Emerîka van gavan bi erênî dinirxînin jî, lê belê Dewleta Tirk zimanê gefê li dijî herêmê hîna bikar tîne.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî desntîşan kiribû ku, balkêş e tevî ku Tirkiyê ev proje qebûl kiriye jî, lê belê gefên xwe didomîne.

Ebdî van gefên Tirkiyê dispêre lihevkirnên veşartî yên navbera Tirkiyê, Îran û Rûsyayê ku ev herdu alî Tirkiyê bi ser herêmê de dehf didin.

Leave a Reply

Back to top button