TÊKOŞÎNA LI DIJÎ ŞANEYÊN VEŞARTÎ QSD’Ê KUJERÊN MERWAN EL-FITÊH GIRTIN

Hêzên QSD’ê kujerên Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Dêra Zorê Merwan El Fitêh girtin.

 

Piştî girtina mezintirîn şeneya veşartî li Reqa û Tebqayê, Hêzên Sûriya Demokratîk şaneyeke din çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê girt.

Yekîneyên Antî Teror ên QSD’ê bi operasyoneke taybet, şaneyek veşartî ya ku ji 3 çeteyan pêk dihat, destpêka meha Îlonê li herêma Ebû Xeşeb a Dêra Zorê girt.

Li gorî navenda ragihandina QSD’ê, vê şaneyê 29’ê Kanûna 2018’an Hevserokê Meclisa Zagonsaz a Dêra Zorê Merwan El Fitêh bi awayekî pilankirî kuştibû.

Navendê diyar kir ku, piştî şopandina Elektronîk û li ser erdê navbera 3 û 4 îlonê operasyona wan bi ser ket.

Hêzên YAT’ê dest danîn ser miqdarek mezin a çek, cebilxane û belgeyên bi çeteyan re.

Navenda Ragihandina QSD’ê teqez kir ku, yekîneyên wan ji bo aramî û ewlehiya herêmê, operasyonên xwe li dijî çeteyan didomînin.

Hefeteya Borî jî Hêzên erwlekariyê û QSD’ê 6 çeteyên DAIŞ’ê li Tebqayê girtin û ev çete li 14 buyerên êrîş, teqîn û armancgirtina kesyetên girîng mikur hatin.

Leave a Reply

Back to top button