600 mamosteyên ku di nava 4 salên dawî de li Peymangeha Şehîd Baz a Zanistên Perwerdeyê perwerdeyên zimanê Kurdî didîtin bawernameyên derçûnê wergirtin.
Bawername bi şahiyekê hatin belav kirin.
Şahî li parka Erd Seîda a li bajarokê Rimêlan hat lidarxistin.
Hevserokê Desteya Rêveberiya Dibistanan a Kantona Qamişlo Goran Şakir rola peymangehê ya avakirin û pêşxistina mamosteyan destnîşan kir.
Piştre bawername li 600 mamosteyên navçeya Girkê Legê û Til Koçerê hatin belavkirin.
Şahî bi stranên koma Alînya ya navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran bi dawî bû.
Peymangeha Şehîd Baz a li navçeya Girkê Legê sala 2015’an bi armanca avakirina mamosteyên zimanê Kurdî hate vekirin.