GULUM: TU REWABÛNEKE HIKUMETÊ NEMAYE

Piştî şaredariyên bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê; hevşaredarên Pasûr û hevşaredara Qereyaziyê hatin girtin, qeyûm erkdarî her du şaredariyan jî hat kirin. Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, erkdarkirina qeyûman û girtina hevşaredaran rexne kir û got: Tu rewabûneke hikûmetê nemaye.

Gulum, diyar kir ku ji bo ku hikumet erkdarkirina qeyûman rewa bike hin hincetên hiqûqî daye ber civakê û got:

Lê bi ser neket.

Piştî dagirkirinê, bertekên mezin hatin nîşandan.

Civak, gelê Kurd, gelên Tirkiyê ev yek qebûl nekirin.

Li kuçe û kolanan, di civîn û xwepêşandanan de nîşandan ku qeyûman qebûl nakin.

Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, binketina faşîzma AKP’ê di hilbijartina 31’ê Adarê di Stenbolê de bi bîr xist û ev tişt anî ziman.

Faşîzim vê yekê qebûl nake. Erkdarkirin qeyûman nîşaneya vê yekê ye.

Îktîdar, bi polîtîkayên xwe rewabûna xwe winda kir.

Paşê xwest rewabûna HDP’ê bibe ber pirsan.

Tim bi rê û rêbazên cuda berê xwe dide partiya me HDP .”

Leave a Reply

Back to top button