INTERPOLÊ BÊHTIRÎ 12 ÇETE GIRTIN

Interpola navdewletî bêhtirî 12 çeteyî ku tiliya wan de terorê de heye, di operasyoneke deryayî de girtin.

 

Rêxistina polîsa navdewletî ya bi navê “Interpol” ragihand ku ev girtin, li gorî agahiyên istxibaratî di navbera wan û welatên Ereban de pêk hat.

Rêxistinê teqez kir ku operasyona “Two Neptune” ev kes ji beriya 3 mehan ve dişopandin ku navbera Afrîka û başûrê Ewropayê diçûn û dihatin.

Li gorî Interpolê, ev operasyon bi hevahengiya deravên heft welatan re pêk hat.

Interpolê diyar kir ku ji eslê 31 kesên gumanbar heya niha 12 kes sûcdar in.

Tê zanîn, di agahîdanka Interpolê de, agahî der barê bêhtirî 50 hezar çeteyên biyanî û 400 hezar agahî der barê terorê bixwe de hene.

 

Leave a Reply

Back to top button