HIKUMETA ETYOPYAYÊ GELEK ÇETEYÊN DAIŞ’Ê GIRTIN

Hikumeta Etyopyayê komeke çeteyên DAIŞ’ê li welêt girtin.

Desthilatên Etyopî ragihand ku wan gelek çeteyên “Tevgera Ciwanên Somalî” û yên DAIŞ’ê li gelek deverên welêt girtin.

Li gorî ajansa istixbarata netewî, van kesan dixwestin êrîşî hinek otêl û şahiyên olî li Addîs Ababayê bikin.

Her wiha hinek ji wan xebatên istxibaratî dikirin û dîmenên armancên xwe dikişandin.

Berpirsinan diyar kir ku ev girtin bi hevahengiya bi welatê Cîbûtî yê cîran re hat kirin.

 

Leave a Reply

Back to top button