EFRÎN-BINPÊKIRIN DI NAVA 2 MEHAN DE BÊHTIRÎ 29 JINAN HATINE REVANDIN

Di nava 2 mehan de zêdetirî 29 jin ji Efrînê hatin revandin û êşkencekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ji destpêka meha Tebaxê ve kirinên dewleta Tirk a dagirker der heqê jinan de belge kirin.

Li gorî Rêxistinê, zêdetirî 25 jinan bi bihaneyên cihêreng hatin revandin.

Hin ji wan dema ji malên xwe derdikevin ku pêdiviyên xwe bikirin, hin jî bi zora çekê bi armanca xizmên wan fidyeyan bidin, tên revandin.

Fidye heta milyon û nîvekê jî derbas dike.

Ji navçeya Cindirêsê 5 jin, ji navçeya Şêrawa 4, ji Reco 6, ji Mabeta 1, ji navçeya Şiyê û Şera 2 û ji bajarê Efrînê 8 jin, hatin revandin.

Di çarçoveya van astengiyan de, xwekuştin di nava jinên ciwan ên Efrînê de jî zêde dibe.

Ji ber van kirinan, jin , an xwe bi dar ve dikin an jî xwe diavêjin avê.

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Cîhan Elî, bang li saziyên navdewletî û hiqûqnasî kir ku destwerdana lezgîn bikin da ku rê li ber kirinên dewleta Tirk rawestînin.

 

 

Leave a Reply

Back to top button