BERIYA SERDANA PEDERSEN A ŞAMÊ, ANTÓNIO GUTERRES SERDANA TIRKIYÊ KIR

Beriya serdana Pederson a Şamê, sekretêrê giştî yê NY ji bo gotûbêjkirina Komîteya Destûrî serdana Tirkiyê kir.

Sekretêrê giştî yê NY Antoniyo Goterês ji bo gotûbêjkirina Komîteya Destûrî gihaşte Tirkiyê û li gel wezîrê karên Derve yê dewleta Tirk Mevlut Çaûşoglo civiya.

Têkildarî dîroka ragihandina Komîteya Destûrî, Çaûşoglo ragihand ku ev yek piştî serdana nûnerê taybet ê NY ji bo aloziya Sûrî Geir Pederson a Şamê tê ragihandin.

Hefteya borî, sekretê giştî yê NY Antoniyo Goterês diyar kir ku ji bo Komîteya Destûrî lihevkirineke giştî çêbûye.

Beriya çend rojan jî nûnerê taybet ê NY ji bo aloziya Sûrî Geir Pederson li gel Mevlut Çaûşoglo civiya û Komîteya Destûrî naveroka civînê bû.

Ji aliyê xwe ve Çaûşoglo tekez kir ku Duşema bê Pederson li gel rejîma Sûrî dicive.

Hêjayî gotinê ku ev komîteya destûrî nûnertiya tevahiya gelê Sûrî nake û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî jê hatine dûrxistin.

Der barê mijarê de raydearên Bakur û Rojhilatê Sûrî tekez kirin ku ew ti danpêdanê bi vî destûrî nakin.

 

Leave a Reply

Back to top button