ENDAMÊ HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN YEZEN ZAHID LI DÊRA ZORÊ HAT OXIRKIRIN

Şêniyên bajarê El-Besîra yê Dêra Zorê bi merasîmekê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Yezen li goristana şehîdan oxir kirin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Yezen Zahid El-Doş bi nasnav Yezen 18’ê Îlonê dema erka xwe ya leşkerî pêk tanî şehîd bû.

Bi dehan şêniyên bajarê El-Besîra û gundewarên wê piştî wergirtina cenazeyê şehîd bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Hanî El-Hesen ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Gel a Besîra, Meclisa Malbatên Şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn îşaret bi rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn di parastina aramî û ewlehiya herêmê de kirin.

Dawiya merasîma cenazeyê şehîd di nava sloganan de hat oxirkirin.

Leave a Reply

Back to top button