ISRAÎL: DRONA KU RÊJÎMÊ ANÎYE XWARÊ NE ISRAÎLÎ YE

Duh rejîma Sûrî ragihand ku hêzên wê dronek li Quneytirayê anîne xwarê, Israîl dibêj ku ev dron ne Israîlî ye.

Berdevkê artêşa israîlê Avîxayî Edre’î têkildarî mijarê tiwîtek li ser hisabê xwe parve kir.

Avîxayî Edre’î got:

”Drona ku rêjîma Sûrî anîye xwarê ne ya artêşa Israîlê ye û dibe ku girêdayî ”Pasdarên Şoreşger” ên Îranê be.”

Ajansa SANAyê ya bi ser rêjîma Sûrî ve, duh raghiand ku hêzên rejîma Sûrî droneke ku li herêma Cebel Şêx li gundewarê Quneytirayê digeriya, anî xwarê.’

Di meha Tebaxa borî de, artêşa Israîlê gelek deverên ku wan bi deverê ”Pasdarên Şoreşger” ên Îranê bi nav dike, kirin armanc.

Li gorî Israîlê ”Pasdarên Şoreşger” hewl didan ku êrîşî hin deverên Israîlê bikin.

 

Leave a Reply

Back to top button