KOLBERKÎ DI ÊRÎŞA HÊZÊN ÎRANÊ DE JIYANA XWE JI DEST DA, 2 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Hêzên rejîma Îranê li herêma Şino bi guleyan êrîşî komek kolber kirin. Di gulebaranê de kolberek hat kuştin, yek jî birîndar bû.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, îro hêzên rejîma Îranê li herêma Kelaşîn a bi ser Şino ve, komek kolber gulebaran kirin.

Di encamê de kolberê bi navê Rêbwar Umerz-ade ê xelkê gundê Puşawê hat kuştin.

Kolberê bi navê Resul Goran ê xelkê gundê Kanî-reş jî bi giranî birîndar bû.

20’ê Îlonê jî hêzên rêjîma Îranê li herêma Kelaşîn a Pîranşarê êrîşî komek kolber kir.

Li vir jî kolberê bi navê Mecîd Xalid-zade ê 27 salî birîndar bû.

Ji meha adara 2019 an ve, 37 kolber bi guleyên hêzên Îranê, aşût, qeza û sermayê jiyana xwe ji dest dane.

 

Leave a Reply

Back to top button