DESTEYA ABORÎ Û ÇANDINIYÊ AMADEKARIYA BELAVKIRINA TOV DIKE

Desteya Aborî û Çandiyê diyar kir ku ew niha amadekariyên belavkirina tovê genim dikin û wê di demek nêz de were belavkirin.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser Selman Barodo diyar kir ku komîteyên çandiniyê yên her 7 rêveberiyan amadekariyên belavkirina tov li cotkaran dikin.

Barodo teqez kir ku pisporên di rêveberiyên xweser û sivîl de tov paqij û derman dikin û dixin tûran da ku li cotkaran belav bikin.

Selman Barodo da zanîn ku her kîloyek genimê dermankirî û paqij bi nirxê 200 lîreyên Sûriyê hatiye amadekirin.

Lê ji bo ku bi cotkaran re bibin alîkar, wê her kîloyekî bi 180 L.S belav bikin.

Derbarê dema belavkirinê de jî, Selman Barodo got, me dem diyar nekiriye, lê wê di demek nêz de were belav kirin.

 

Leave a Reply

Back to top button