RÛSYA LI XWE MUKIR TÊ KU SÛRIYE KIRIYE QADA CERBANDINA ÇEKÊN XWE

Ji destpêka aloziya Sûrî ve, Rûsya bû desteka herî bihêz a rejîma Sûrî.
Destekedayîna Rûsya ji bo rejîma Sûrî ne tenê di milê siyasî de li pêş bû, lê belê di milê leşkerî de jî xwe da der.
Lê helbet ev destekdayîn ne ji bo çavên rejîma Sûrî, lê belê hem ji bo berjewendiyên xwe û hem jî ji bo cerbandina çekên nû di şerê li Sûriyê de ye, wekî ku wezîrê parastina Rûsyayê Sêrgî Şiwêxer dibêje.

Ji destpêka sala 2011an ve, anku ji destpêka aloziya Sûrî ve, Rûsya xwe weke destê rastê yê rejîma Sûrî da der.

Destekdayîna Rûsya ji rejîma Sûrî re di milê siyasî de, bikaranîna mafê Vîtoyê li Meclisa Ewlekariya Navdewletî bû.

Her wiha piştgiriya rejîmê di gelek civînên der barê Aloziya Sûrî de.

Lê di milê Leşkerî de, destekdayîn 30’ê Îlona 2015an de dest pê kir..

Ew jî piştî ku Meclisa Yekîtiya Rûsî biryar da ku operasyonên leşkerî li Sûriyê li dar bixin.

Ev destekdayîna Rûsyayê ji rejîma Sûrî re, ne ji bo çavên rejîma Sûrî bû..

A ku vê nêrînê piştrast dike jî daxuyaniyên Wezareta Parastina Rûsyayê ne..

RÛSYA MIKUR TÊ KU SÛRIYE KIRIYE QADA CERBANDINA ÇEKÊN XWE

Wezîrê Parastina Rûsyayê Sêrgî Şiwêgo tekez kir ku Sûriya êdî bûye qada cerbandina çekên pêşketî yên Rûsyayê, û Rûsya ji aloziya Sûrî gelek sûd wergirt.

Sêrgî Şiwêgo got:

Me ji tecrûbeya Sûrî gelek agahîyên berfireh wergirtin.

Ji dema ku em derbasî Sûriyê bûne me 231 cûre ji çekên pêşketî û nû cerbandiye.

Her wiha me 300 cûre ji çekan çaksaz û sererast kirine, weke moşekên bi perî ji cûreyê Kalîber.

Li gorî raporeke rojnameya RED STAR a leşkerî ya Rûsî jî:

Ji sedî 98 ji çekên esmanî yên artêşa Rûsî û ji sedî 60 ji pîlotên Rûsyayê, di şerê li Sûriyê de beşdar bûne.

 

Leave a Reply

Back to top button