Li Tirkiyê di navbera salên 2007 û 2019’an de, polîsan bi hinceta li hişyariya “raweste” guhdar nekirine 395 welatî kuştin. Derbarê vê yekê de Serokê weqfa Baran Tursun Mehmet Tursun, got: Em ê biçin li pêş partiya hikûmetê daxwazên xwe bînin ziman.
Di sala 2007’an de polîsan Baran Tursun bi hinceta li hişyariya “Raweste” guhdar nekiriye kuştin.
Piştî vê , bavê Baran, Mehmet Tursun, di sala 2010’an de li ser navê kurê xwe weqfa Baran Tursun vekir.
Serokê weqfê Mehmet Tursun, derbarê mijarê de axivî û got:
“Polîsê ku Baran Tursun kuştin rastî 2 sal ceza hat. Hêj li ser kar e.
Ev bê cezahiştin bi taybetî li akademî û dibistanan wekî perwerdehiyê didin xwendekarên nû.
Ji ber ku niha AKP’ê li ser desthilatê ye, emê herin pêşiya deriyê wê û daxwazên xwe bînin ziman.
Berpirsiyarê van kuştinan hikûmet e.
Ji ber vê muxatabê me jî hikûmet e.