Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di Cotmeha 2022′yan de projeya temîrkirina pira nû ya Reqayê da destpêkirin, tê payîn beriya 13′ê Cotmehê bi dawî bibe.
Pira nû ya Reqayê ji mezintirîn pirên stratejîk ên li ser çemê Firatê ye.
Ji ber ku Reqa û gundewarên wê yên başûr bi hev ve girê dide û rêya derbasbûna erebeyên mezin ji tevahî herêmên Sûriyê ye.
Li gorî gerînendeyê projeyê endazyar Îhab El Hamid, temîrkirina pira nû dabeşî du qonaxa bû; qonaxa beşa bakur û qonaxa beşa başûr û wiha got:
“Qonaxa beşa yekemîn, piştî 2 kunên pirê, restorakirina 3 lingên zirar pê bûne û kunên zirar pê bûne, bi dawî bû.”
El Hamid di dawiyê de diyar kir ku dê proje li gorî dema hatiye diyarkirin bi dawî bibe.
Pira nû ya Reqayê (Pira Reşîd) di salên 1990′î de hate avakirin.
Di Çileya 2017′an de di dema şerê li dijî çeteyên DAIŞ′ê pir bi temamî ji xizmetê derketibû.



