EFRÎN.. ÇETEYAN 3 KES JI NAVÇEYA CINDIRÊSÊ REVANDIN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 kes, di nav de jinek ji navçeya Cindirêsê revandin.

Çeteyan, şêniyê bi navê Henan Xelîl Cindo ji navçeya Cindirêsê revand.

Li gorî agahiyan, Henan Cindo hesinkar e, ji çeteyan re kenalên avê yên çemê Efrînê çaksaz kir û dema ku heqdestê xwe xwest, çeteyan ew revand û birin girtîgeheke xwe.

Henan bi giranî li ser destê wan hatiye êşkencekirin û heya niha çarenûsa wî ne diyar e.

Serçeteyê bi navê Ebû Fewaz idîa kir ku malbata wî jî hevkarên wî ne, ji lew re hevjîn û birayê wî jî revandin.

Li gel dizî, kuştin û talankirinê, revandina sivîlan karekî sereke li Efrînê ye..

Berî du rojan, Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihandibû ku ji despêka meha Îlonê de, 76 sivîl hatine revandin.

Her wiha Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê jî di raporeke xwe de diyar kiribû ku di nava 2 mehan de 29 jin li Efrînê hatine revandin.

 

Leave a Reply

Back to top button