EMEL DADA: SERDAN ŞANDEYAN GIRÎNG E, WÊ PIŞTGIRIYA EWLEHIYA HERÊMÊ BIKE

Hevseroka buroya têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Emel Dada serdana şandeyên derve bi girîgî nirxand û got: Serdana şandeyên dawîn ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrrî re gaveke girîng e û wê roleke mezin di piştgiriya ewlehiyê de bilîze.”

Hevseroka buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Emel Dada serdana şandeyên derve nirxand.

Emel Dada diyar kir ku serdana van şandeyan wê bondereke li raya giştî û civaka navdewletî bike.

Emel Dada îşaret bi naveroka hevdîtinên bi şandeyan re kir û got:

Me têkoşîna li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li herêmê û çawaniya piştgiriya ewlehiya van herêman nîqaş kir.

Radestkirina malbatên DAIŞ’ê yên di kampa Holê de ji welatên wan re da ku barê rêveberiya xweser sivik bibe.

Şandeyan piştgiriya xwe bi avakirina dadegehek navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê da.

Di heman demê de desteka xwe ji bo pêkanîna mekanîzmeya ewlekariya Sînor li dijî gefên Tirkiyê nîşan dan.

Her wiha li ser piştgiriya xwe ji bo beşên perwerdehî û tenduristiyê jî teqez kirine.

Hevseroka Buroya Têkiliyên Derve Emel Dada serana şandeyan bi girîng nirxand û wiha bi dawî kir:

Serdana van şandeyan gelek girîng e, ji ber ku fermî ne û nûnertiya hikumetên welatên xwe dikin.

Şande wê zextê li welatên xwe bikin da ku piştgiriya ewlehiya herêmên bakur û rojhilatê Sûrî bikin.

Di van demên dawî de serdanên şandeyên biyanî ji bakur û rojhilatê sûrî re ji bo têkiliyên dîplomasî zêde bûne.

Herî dawî piştî şandeya Birîtanî, şandeyek Almanî û Fransî serdana herêmê kir.

Van şandeyan piştgiriya xwe di warê leşkerî, siyasî û avakirina dadgehek navdewletî bi rêveberiya xweser re nîşan dan.

Leave a Reply

Back to top button