Şêniyên Herêmê: Em ji bo rêbertiya xwe dakevin qadan

Piştî nirxandinên Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok yên derbarê rewşa Rêber Ocalan gel bi hêrse.
Şêniyên bajarê kobanê û taxên Helebê hêrsa xwe nîşan dan û bang li gelê Kurd kirin ku dakevin qadan.

Şêniyên bajarê Kobanê li hember siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi hêrsin.

Xelkê kobanê gotin:

Dewleta Tirk a dagirker li hember Rêber Ocalan sînorên xwe derbas kirine. Bêdengiya hêzên navneteweyî dihêle ku ew binpêkirinên xwe zêdetir bike.

Bi taybetî piştî gefên li djiî Rêbertî ku dê jehrê biavêjin xwarina wî. Ev tiştekî pir xeternak e.

Dem hatiye ku em ji xefletê rabin û desthilatên ku hewl didin rêberê me ji me bi dûr bixin, têk bibin.

Back to top button