POLÎSA SPANÎ 9 KATALONÎ BINÇAV KIRIN

Serê vê sibehê, 9 kesên Katalonî ji aliyê polîsa Spanî ve hatin binçavkirin.

Desthilatên Spanî îro di daxuyaniyekê de ragihand ku ev girtin li ser fermana dadgeha bilind pêk hatiye.

12’ê vê mehê, ji bo serbixwebûnê, Katalonya meşeke mezin li Barcelona li dar xistibû.

Sala 2017’an, birêveberên Katalonî li hemberî dadgehên Spanî rabûn û referandomek ji bo serbixwebûnê pêk anî, lê hikumeta Spanî ev yek têk bir û herêm xist bin hikumê xwe.

Tê payîn, dadgeha bilind doza serbixwebûna têkçûyî di destpêka Cotmeha bê de bi dawî bike.

Li gorî dozgeriya Spanî jî, wê hikumên heya 25 salan li 12 birêveberên Katalonî bên birîn.

 

Leave a Reply

Back to top button