MÛSTAFA KARASU: ERDOGAN BI KIRASEK NÛ, ANGO BI HINCETA PENABERAN VE DIXWAZE ŞER DERXÎNE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû polîtîkaya Erdogan a penaberan nirxand û diyar kir ku armanca Tirkiyê dagirkirin û guhertina demografiya herêmê ye. Karasû dest nîşan kir ku divê herêm xwe ji şerekî demdirêj re amad bike û bakurê Sûriyê ji Tirkiyê re bike çirav.

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû planên dewleta Tirk ên ji bo bicihkirina penaberên li Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûrî û guhertina demografiya herêmê di gotara xwe ya di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê de nirxand.

Mûstafa Karasû destpêkê dijminatiya Erdogan ji Kurdan re bi bîr xist û got_

” Rûyê Erdogan ê dijminatiya Kurdan eşkere bûye .

Lewma niha Erdogan bi hinceta penaberên Sûrî , dixwaze destkeftiyên Bakûr û Rojhilatê Sûrî têk bibe.

Armanca Erdogan ne vegera penaberan, lê dagirkirin, guhertina demografiya herêmê û meşandina polîtîkayên xwe ye.

Eger mirov bixwaze polîtîkayên Erdogan yên derbarê penaberan de baş fêm bike Efrîn mînaka herî şênber e.”

MÛSTAFA KARASU: GER KU ÊRÎŞEK LI DIJÎ BAKÛR Û ROJHILATÊ SÛRÎ PÊK WERE DYA’Ê BERPIRSYAR E

Karasû destnîşan kir ku eger dagirkeriyeke li Bakur û Rojhilatê Sûrî pêk were wê Emerîka berpirsyar bê dîtin.

” Emerîka him bi peymana bi Tirkiyê re daxwazên Tirkiyê rewa kirin, hem jî bi vê helwesta xwe rê da dagirkeriyê.

Xuyay li gor hesasiyetên hêza ku DAIŞ têkbir tevnagerin. Li gorî hesasiyeta aliyên ku piştgirî dan DAIŞ’ê tevdigerin.”

MÛSTAFA KARASU: DIVÊ GELÊ ME XWE JI ŞEREKÎ DEMDIRÊJ RE AMADE BIKE

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû gotara xwe bi vê tespîtê bi dawî kir:

” Dewleta Tirk ji bo ku destkeftiyên bakur û rojhilatê Sûrî têk bibe, wê êrîş bike.

Yekane tişta ku li dijî vê yekê bê kirin jî, xwe ji bo şerekî demdirêj amade bikin û Bakurê Sûrî ji bo Tirkiyê veguherînin çiravê. “

Leave a Reply

Back to top button