Ketina banê refekî li Naîrobiyaya paytext, dibe sedema ku 7 zarok jiyana xwe ji dest bidin.
Berdevkekî hikumî ragihand ku îro di saetên sibê de, banê refeke xwendinê li paytexta Kenya Naîrobî hat xwarê.
Di encamê de, 7 zarokan jiyana xwe ji dest da û nêzî 57 zarok birîndar bûn.
Li gorî berdevk, xebatkarên Xaça Sor zarokên birîndar rakirin nexweşxaneyê da werin dermankirin.