HRE: 4 LEŞKERÊN DEWLETA TIRK LI EFRÎNÊ HATIN KUŞTIN

4 leşkerên din ên dewleta Tirk li ser axa Efrînê hatin kuştin..
Bi du çalakiyên cuda yên hêzên Rizgariya Efrînê ev laşker hatin kuştin û baregehên wan jî hatin rûxandin..
Hêzên rizgariyê weke her carê, bêyî ku Artêşa Tirk wan bibîne, çalakî pêk anî û dîmenên wê jî bi gelê xwe û raya giştî re jî parve kirin.

Bi vî awayî, hêzên Rizgariya Efrînê li çeperên Artêşa Tirk ên li gundê Kîmara Şêrawa da..

Bi vê derbê, 2 leşkerên din ên Dewleta Tirk li ser erda Efrînê hatin kuştin..

Di heman rojê ango 22’ê Îlonê de, li gundê Meryemînê jî, tevgera Artêşa Tirk di bargeheke wan de, bû aramnca hêzên rizgariyê..

Li vir jî, 2 leşkerên dagirker hatin kuştin û yek jî birîndar bû..

Her wiha siwareyeke zirxî ya Artêşa Tirk li ser riya Basût û Efrînê, bi çalakiyek sebotajê derbe xwar..

Bi vê yekê hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku, roja 22 Îlonê, 4 leşkerên Dewleta Tirk hatin kuştin û yek jî birîndar bû..

Ev çalakî jî, hemwextî tevgera zêde ya Artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê pêk tên..

Êdî hêzên rizgariyê, di qada fireh a Efrînê de, cih li dagirkeran teng kirine..

Leave a Reply

Back to top button