ÎRAN NEFTKÊŞA BRÎTANÎ SERBEST BERDIDE

Hikumeta Îranî neftkêşa Brîtanî piştî zêdetirî 2 mehan serbest berdide.

Berdevkê hikumeta Îranê Elî Ribîyî ragihand ku Tehranê neftkêşa Swêdê ya ala Brîtanyayê hildabû, serbest berda û got:

Rêkarên qanûnî bi dawî bûn û aniha neftkêş dikare bi rêya xwe ve biçe.

Pasdarên şoreşger ên Îranê, ev nefkêşa Brîtanî ku di destê kargeha Stina Balak a Swêdî de ye, di 19’ê Tîrmehê li Tengava Hormuzê de hat girtin.

Berî çend rojan, wezareta derve ya Swêdî ragihandibû ku di demek nêz wê neftkêş were berdan.

 

Leave a Reply

Back to top button