36 ŞÊNIYÊN DÊRA ZORÊ Û REQAYÊ VEGERIYAN HERÊMA XWE

Îro 36 koçberên din ji şêniyên Dêra zorê û Reqayê ji kampê Holê derketin û berê xwe da warên xwe.

Ev koma ji 36 jin , zarok û kesên temen mezin pêk tê, ev kes destên wan di rijandina xwîna gelê sûriyê de tune ye.

Berpirsa kampa Holê Hemrîn Hesen teqez kir ku wê rêveberiya kampê li gorî lîsteya rêveberiya xweser amadekiriye, derxistina koçberan dewam bike.

Hemrîn Hesen destnîşan kir ku divê hemû aliyên peywendîdar di mijara vegera koçberan de bêhtir alîkar bin.

Rêveberiya Xweser 23’ê Gulanê bernameya venêrîna dosyayên koçberên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî dimînin da destpêkirin.

Hejmara koçberên ku ji 3’ê Hezîranê ve ji kampa Holê derketin, gihaşt hezar û 136’an ku ji 350 malbatan in.

Ji Dêrazorê 397 koçber, Minbic 127 û Reqa û Tebqayê 612 koçber.

Li kampa Holê zêdetirî 71 hezar koçber, penaber û malbatên çeteyên DAIŞ’ê hene.

Leave a Reply

Back to top button