PARÊZERÊN DEMÎRTAŞ BANG LI WEZÎRÊ DADÊ KIR KU LÊPIRSÎNÊ BIDE DESTPÊKIRIN

Parêzerên Hevserokên Giştî yê HDP’ê yên berê Figen Yuksekdag û Selahattîn Demirtaş, têkildarî biryara girtina Yuksekdag û Demîrtaş, daxuyanî dan.

Têkildarî biryara girtina Yuksekdag û Demîrtaş , Parêzerên Demirtaş li Avahiya Xizmeta Edlî ya Baroya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Li ser navê parêzerên Demîrtaş Mahsunî Karaman daxuyanî xwend .

Karaman diyar kir ku di serî de Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag , parlamenterên HDP’ê îro wekî dîlgirtiyên siyasî tên girtin .

Karaman, da zanîn ku hêj derbarê Demirtaş û Yuksekdag de dozên didomin hene û ji ber sûcdariyên cuda girtî ne û wiha got:

Demîrtaş û Yuksekdag li ser lêpirsînek xeyalî girtî ne. Li ser lêpirsînek li holê tune dosya der barê wan de hatiye vekirin.

Karaman, bang li Wezîrê Dadê û Desteya Dadger û Dozgeran kirin û xwestin der barê Serdozgerê Komarê yên Enqereyê, dozgerê lepirsînê û dadgerê biryar daye de lêpirsînê vekin.

Leave a Reply

Back to top button