NETEWÊN YEKBÛYÎ SERKEFTINA ”KOMÎTEYA DESTÛRΔ RAGIHAND

Ji bo gotûbêjkirina mijara Komîteya Destûrî nûnerê NY ji bo aloziya Sûrî Geir Pedersen li Şamê ye. Piştî civîna navbera Pedersen û Rêjîma Sûrî, Pedersen danûstandin bi erênî nirxandin. Der barê mijarê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî tekez kir ku destûra nûnertiya tevahiya gelê Sûrî neke wê ti demokrasiyê bi xwe re neyînê. Nebûna çi aliyekî Sûrî di destûrê de, tê wateya nebûna demokratiyê, her wiha wê aloziyê kûrtir bike.

20’ê Kanûna 2018an û di encamê danûstandinên Sûtchê de mijara Komîteya Destûrî wekî çareseriyeke siyasî ji bo aloziya Sûrî hate bijartin..

Ev çend roj in nûnerê NY ji bo aloziya Sûrî Geir Pedersen seferber bûye û ji masekyekê diçe maseyeke din.

Herî dawî piştî Tirkiyê, Pedersen li Şamê bû û komîteya Destûrî bi rêjîmê re gotûbêj kir..

Pedersen danûstandin bi erênî nirxandin..

Ji aliyê xwe ve sekretêrê giştî yê NY Antoniyo Goterês di kongreyekî çapemeniyê de serkeftina Komîteya Destûrî ragihand..

Li gorî bendên Komîteya Destûrî ku li serê hatiye lihevkirin.

Wê Komîte ji 150 endamî pêk were.

50 endam ji rejîma Sûrî .

50 jî ji opizisyonê.

û 50 endamên mayî jî wê ji aliyê NY ve werin bijartin.

Divê neyê jibîrkirin ku ev komîte bêhtirî 30 ji sedî ji xaka Sûriyê li Bakur û Rojihlatê Sûrî paşguh kiriye û nûnertiya tevahiya gelê Sûrî nake..

RÊVEBERIYA XWESER: NEBÛNA HEMÛ ALIYÊN SÛRÎ DI DESTÛR DE DÛRÎ DEMOKRASIYÊ YE

Lewre wê ev komîte ti demokrasiyê bi xwe re neyîne wekî ku Rêveberiya Xweser daye xuyakirin..

Rêveberiya Xweser ragihand ku, eger aliyekî Sûrî di destûrê de tine be, wê naveroka wê ji demokrasiyê dûr be..

Buroya Têkiliyên derve ya Rêveberiya Xweser daxuyaniyek da û got:

RÊVEBERIYA XWESER: DIVÊ DESTÛR NÛNERTIYA VÎNA SIYASÎ YA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ BIKE

Ji bo çareseriya aloziya Sûrî em dîsan hewlesta xwe ya giftûgoyê nû dikin.

Divê vîna siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûrî di destûrê de hebe ku vîna bi milyonan kes li herêmê tîne ziman, ji ber nebûna çi aliyekî Sûrî di destûrê de, tê wateya nebûna demokrasiyê, her wiha wê aloziyê kûrtir bike.

Beriya Rêveberiya Xweser Meclisa Sûriya Demokratîk MSD tekez kiribû ku Destûra tevahiya gelê Sûrî, nemaze Bakur û Rojhilatê Sûrî nas neke, MSD’ê jî wê vê destûrê nas neke.

Leave a Reply

Back to top button