Li Helebê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker girtin ser mala kalekî efrînî, û ew kuştin.
Li gorî agahiyên çavkaniyan çeteyên bi navê El-Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker girtin ser mala kalekî 75 salî yê ji pêkhateya Ereb ê Efrînê ye û ew heta mirinê xeniqandin. Çeteyan hevjîn û kurê wî yê xwedan pêdiviyên taybet girêdan û 37 hezar lîreyên sûrî ji malê dizîn.
Çavkaniyan destnîşan kir ku bûyer di meha Tîrmehê de pêk hatiye, lê malbata mexdûr ji tirsa gefên çeteyan eşkere nekirin.