“Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji tecrîdê qut nîn in”

Hevserokê TUHAY-DER’a Wanê Çetîn Ûyar bi van gotinan bal kişand ser bandor û encamên tecrîdê û got:
“Mifteya çareseriyê Îmralî ye.”
Xelkên bajarê Wanê jî xwestin ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û gotin: Her ku em bêdeng dimînin, tecrîd girantir dibe.

Lî gorî daneyên Komeleya Mafên Mîrovan (ÎHD) li gîrtîgehên binpêkirinên mafa her ku diçe zêdetir dibe.

Hevserokê Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Wanê Çetîn Ûyar derbarê binpêkirinan û bandora polîtîkayên tecrîdê ya li ser girtîgehan de axivî.

Çetîn Uyar da zanîn diyar kir piştî hilbijartinê êrişên li girtîgehan û gelê kurd zêde bûn û wiha got:

Desthilta faşîst a AKP û MHP’ê ji bo pêşeroja xwe êrişî kurdan dikin.

Deshilat hem li gel PDK li Başûrê Kurdistanê hem li ser girtiyên di girtîgehan de tên ragirtin, êrişan dide meşandin.

Uyar da zanîn ku her ku diçe zextên li girtîgehan zêdetir dibin û got:

“Dixwazin girtî û malbatan bêzar bikin, bitepisînin lê belê dê bi ser nekevin.”

Bi bomdarî Çetîn Ûyar bal kişande ser bandora polîtîkayên tecrîdê ya li ser tevahî girtîgehan û wiha axivî:

Tekane sedema van pirsgirêkên bûne girêk polîtîkayên tecrîdê ne.

Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan divê birêz Ocalan re were axaftin.

Binpêkirinên mafan ji tedrîda ser birêz Ocalan qut nîn in.

Hevserokê TUHAY-DER’a Wanê Çetîn Ûyar di dawiyê de bibîrxist ku mifteya çareseriyê Îmralî ye û got:

“Em ji xeynî vê tu vebijêrkên din qebûl nakin.”

Welatiyên Wanê: Her ku em bêdeng dimînin tecrîd girantir dibe

Li aliyê din xelkê bajarê Wanê yê Bakûrê Kurdistanê jî li dijî bêdengiya li hemberî tecrîdê bertek nîşandan

Welatiyan xwestin ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û gotin:

“Her ku em bêdeng dimînin, tiştên girantir bi serê me tînin. Divê her kes bi hev re dengê xwe derxîne.”

Welatî Kadîr Çîçek bibîrxist ji Rêber Apo 28 meh in tu agahî nayên girtin û got:

“Heke dehhezaran kes, bi sedhezaran kes ji bo rakirina tecrîdê çûbûna pêşiya girtîgehan, ev yek nedihat kirin.

Ji welatiyan Huseyîn Akdag jî nerazîbûn nîşanî astengkirina hevdîtina malbat û parêzeran li gel Rêber Apo da û bang kir ku divê tecrîdê were bi dawîkirin

Back to top button