CENDIRMEYÊN TIRK 2 CIWANÊN IDLIBÎ LI SER SÎNOR KUŞTIN

Dewleta ku xwe di komîteya Destûrî û Sûrî de garantor dibîne, welatiyên wê dikuje.

Herî dawî leşkerên Tirk 2 ciwanên Sûrî li ser sînor kuştin û 2 jî birîndar kirin.

Ji ber şer û aloziya li Idlibê, tenê rêya Tirkiyê li pêşiya xelkê wê deverê heye.

Lê belê kesên ku ji ber êrîşên Rêjîm û Komên Çete berê xwe didin sînor, li ser destê hêzên Tirk tên kuştin.

Navenda belgekirina binpêkirinên li Bakurê Sûrî diyar kir ku, dema 2 ciwanên Idlibî berê xwe da sînorê Tirkiyê, leşkeran ew kuştin, yek ji wan jî kor e.

Di heman wextê de, du ciwan jî bi guleyên xwe birîndar kirin.

Li gorî navendê, heta niha 445 koçberên ji Sûriyê bi guleyên leşkerên Tirk hatine kuştin.

Leave a Reply

Back to top button