MIZRAKLI LI RÛNIŞTINA NETEWÊN YEKBÛYÎ AXIVÎ

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Ednan Selçûk Mizrakli ku bi darbeya qeyûm ji wezîfeyê hate dûrxistin, li rûniştina 42’an a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî axivî û got,

Dem hatiye ku em guh bidin wijdanê xwe û li dijî vê rewşê rawestin.

Her wiha Parlementer û Alîkarê Hevserokên HDP’ê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hin hevdîtin kirin.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Ednan Selçûk Mizrakli ku bi darbeya qeyûm ji wezîfeyê hate dûrxistin, li rûniştina 42’an a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî axivî.

Mizrakli bi rêya dîmen beşdarî panela Tevgera Dijî Nîjadperestiyê û Piştevaniya Navbera Gelan (MRAP) bû.

Adnan Selçûk Mizrakli diyar kir ku ji ber derketina derveyî welat li wî hatiye qedexekirin nekariye tevlî panelê bibe û got,

“Em ew kes in ku bi rêbazên demokratîk hatine hilbijartin.

Lê belê bi rêbazên dîktatorî em ji wezîfeyê hatin dûrxistin.

Em nikarin wezîfeya ku gel daye me bi kar bînin.”

Mizrakli ev bang li beşdarên konferansê kir:

“Hûn, mirovên ku beyannameya gerdûnî ya mafên mirovan pejirandin û hiqûqê dixwazin divê li dijî van pêkanînan rawestin.

Ji vê deverê dixwazim bang li we bikim; werin komîsyonekê ava bikin, biçin Amed, Wan û Mêrdînê, ji gel bipirsin .

Mixabin li Tirkiyê mafên mirovan ên bingehîn tên binpêkirin.”

Dem hatiye ku her kes guh bide wijdanê xwe û li dijî vê pêkanînê rawestin. ”

HEVDÎTINÊN HDP’Ê YÊN LI DYE’YÊ BI DAWÎ BÛN

Li aliyê din xebatên HDP’ê yên di çarçoveya serdana Ewropayê de dewam dikin.

Alîkarê Hevserokên HDP’ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy û Parlamentera Sêrtê Meral Daniş Beştaş li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hin hevdîtin kirin.

Buroya Çapemeniyê ya HDP’ê diyar kir ku di hevdîtinan de:

Rewşa siyasî ya rojane ya li Tirkiyê, mijarên demokrasiyê, dewleta hiqûqê û pirsgirêkên li qada mafên mirovan, her wiha biryara jinûve girtina Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, erkdarkirina qeyûman li şaredariyên HDP’ê, têkiliyên Tirkiye-DYE û rewşa li Sûriye û Rojava hatin nirxandin.

Leave a Reply

Back to top button