ÎHD’Ê RAPORA BINPÊKIRINÊN MAFAN LI GIRTÎGEHÊN ANTALYA Û ALANYAYÊ AMADE KIR

Komîsyona Hiqûqê ya Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Antalyayê, der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgeha Antalya û Alanyayê de raporek amade kir.

Di raporê de hat ragihandin ku dermankirina bi kelemçeyan li girtiyan tê kirin, lê belê girtî bi vî awayî dermankirinê red dikin û wiha tê gotin:

“Veguhestina ji bo girtîgehan bi saetan tên sekinandin.

Ev rewş ji bo girtiyan êşkence ye.

Her diçe tenduristiya wan xirab dibe.

Bijîşk dermankirina girtiyan di weziyetan de bi awayekî kelemçeyî pêk tînin.

Her wiha girtî diyar dikin ku xebatkarên tenduristiyê jî bi cihêkarî nêzî wan dibin.

Di raporê de hat destnîşankirin ku li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, mafê girtiyan ên pêwendiyê hatiye binpêkirin.

Her wiha hat diyarkirin ku di dema lêgerînan de amûrên şexsî yên girtiyan tên desteserkirin.

Leave a Reply

Back to top button