HIKUMETA RÛSÎ 3 ÇETEYÊN DAIŞ’Ê GIRTIN

Hikumeta Rûsî 3 çeteyên DAIŞ’ê li herêma Khanty-Mansiysk girt.

Alîkara serokê dadgeha Nizhnevartovsk a Rûsî ragihand ku 3 kesên têkiliya wan bi DAIŞ’ê re heye, berî çend rojan hatin girtin.

Li gorî dadgehê, ev kes heya 2 mehan wê binçavkirî bimînin da ku paşê werin dadgehkirin.

Hemû çek û belavokên bi wan re jî hatin girtin.

Hefteya borî, wezareta hindir a Rûsî ragihand ku polîsan îsal gelek şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li 17 deverên Rûsyayê girtine.

Li gorî raporine Rûsî jî, ji destpêka vê salê û heya niha 972 tawanên terorîst li seranserî Rûsyayê pêk hatine.

 

Leave a Reply

Back to top button