Bi hezaran Îsraîlî ji bo parastina serxwebûna dadweriyê careke din li qadan bûn.
Hêzên ewlekariyê jî bi tundî ser xwepêşandêran de çûn.
Di encamê de, 66 kes hatin binçavkirin.
Bi hezaran Îsraîlî ji bo parastina serxwebûna dadweriyê careke din li qadan bûn.
Li Îsraîlê bi qebûlkirina pêşnûmeya darazê ya bi nakok di dengdana yekem a li Meclîsê de xwepêşandanên girseyî ji nûve dest pê kirin.
Meclisa Îsraîl di rûniştina li Lijneya Giştî ya bi şev hat kirin de, xala krîtîk a ku di dengdana despêkê de kontrola Dadgeha Bilind a li ser hikumetê sînordar dike qebûl kir.
Li ser vê yekê, protestoyên girseyî yên li dijî rêziknameya darazê ya nakok a hikumetê dîsa dest pê kirin.
Li gorî zagona nû wê Dadgeha Bilind nikaribe li ser biryareke hikumetê biryareke nû bide.
“Divê em têkbirina demokrasiyê bidin sekinandin”
Piştî çend saetan biryara pejirandinê, bi deh hezaran Îsraîlî daketin kolanan û li dijî biryarê xwenîşandan pêk anîn.
Di çalakiyê de pankartên protestoyê yên bi nivîsa “Divê em têkbirina demokrasiyê bidin sekinandin” hatin hildan.
Hêzên ewlekariyê jî bi ava şid êrişî girseya gel kirin.
Bi vê yekê re di navbera polîs û xwepêşanderan de pevçûn derket.
Di xwepêşandanan de 66 kes hatin binçavkirin
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê berdevkê polîsan ve hatiye dayîn heta niha 66 kes hatin binçavkirin.
Piraniya kesên hatine binçavkirin jî ji bajarê Tel Avîvê ne.
Li aliyê din li Quds û Heyfayê jî xwepêşandanên girseyî hatin lidarxistin.
Ev jî weke xwepêşandanên herî mezin kete dîroka welat.
Tevî xwepêşandanên heyî jî hikumeta Serokwezîr Benjamin Netanyahu guh nade daxwazên gel û di biryara xwe de bi îstare.
Herzog: Em di lûtkeya krîzeke kûr û xemgîn de ne
Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog bang li hemû aliyan kir ku aloziyê kêm bikin û got:
“Em di lûtkeya krîzeke kûr û xemgîn de ne.
Cîran û dost dikarin hem hevrik û hem jî dijmin bin.”
Aliyê muxalefetê jî banga hestiyariyê li polîsan kir.



