LI EZAZÊ MAYÎNEK TEQIYA

Li bajarokê Exterîn ê girêdayî bajarê Ezazê mayinek teqiya.

Li gorî çavkaniyên ajansa Hewarê, li bajarokê Exterîn ê girêdayî bajarê Ezazê ku di bin dagirkeriya artêşa Tirk de ye, mayinek teqiya.

Mayîn bi erebeyeke ji cureya Van a çeteyan ve teqiyaye.

Heta amadekirina vê nûçeyê tu agahî derbarê zerarên canî û madî de nehat zanîn.

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de nearamî serwer e.

Piştî rewşa li Idlibê ev yek li herêmên din yên di bin dagirkeriya dewleta tirk de zêde bûne.

Leave a Reply

Back to top button