MECLISA JINAN A SÛRIYÊ LI KAMPÊN EYN ÎSA Û HOLÊ ÇALAKÎ LI DAR XISTIN

Meclisa Jinan a Sûriyê di çarçoveya kampaniya (aştiya bêsînor) de, li kampên Eyn Îsa û Holê çalakî û semîner li dar xistin.

Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê Meclisa Jinan a Sûriyê bi beşdariya bi dehan zarok û jinên kampa Eyn Îsayê çalakiyên hunerî li dar xist.

Di çalakiyê de koma Beraîm Firat çalakiyên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.

Li kampa Holê ya girêdayî kantona Hesekê jî bi heman armancê semînerek bi navê “Jın û aştî” hate dayîn.

Semîner li konê Meclisa Kampa Holê hate dayîn.

Koordînasyona Giştî ya Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat anî ziman ku hin çalakiyên xwendinê ji zarokên li kampê re hene.

Da ku zarok ji rewşa şer derkevin û ji wan re bibe alîkar.

kampaniyaya “Aştiya bêsînor” ya Meclisa Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê heta 26’ê vê mehê bidome.

Leave a Reply

Back to top button