30 PARTIYÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ “KOMÎTEYA DESTÛRΔ RED KIR

Partî û rêxsitinên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têlikdarî ragihandina komîteya destûrî ya Sûriyê daxuyaniyek dan. Partiyan gotin: “Destûra ku em tê de beşdar nebin, me eleqedar nake.” 

Ev demek NY û nûnerê wê yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen xebatan ji bo avakirina komîteyeke destûrî li Sûriyê dikin.

Duh sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres avakirina vê yekê ragihand.

Li dijî vê yekê jî bertekên cur bi cur ji aliyên sereke yên vê lihevkirinê derketin.

Duh Birêvberiya Xweser ragihandibû ku bidûrxistina gel ji çareseriya siyasî rêkareke ne adil e û bi xebatên wan yên ji bo xizmeta Sûrî û gelê wê re nagunce.

Lê ji bilî Birêveberiyê, 30 partî û rêxistinên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî helwesta xwe der barê vê lihevkirinê de bi daxuyaniyekê nîşan da.

Di daxuyaniya aliyan de jî wiha hat gotin:

Sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres ragihand ku aliyên Sûriyê gihaştine lihevkirina avakirina komîteya destûrî û ev lihevkirin wek deriyek bingehîn ê pêvajoya siyasî ji bo çareserkirina aloziyê hesiband.

Em dibêjin, aliyeke Sûriyê yê sereke heye.. ev alî jî, hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûrî yên bi nûnertiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk û Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) ne.

Lê belê ev alî ji berşdariya nivîsandina destûra Sûriyê hatiye bidûrxistin.

Hat teqezkirin, komîteya ku hatiya avakirin, nûnertiya tevahî aliyên Sûriyê nake.. tenê hin aliyên ku ji hêla dewletên Astanayê ve hatine diyarkirin in.

Em weke hêz û rêxistinên siyasî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibêjin ku bê beşdariya van hêzan, dê Sûriye bibe pêlîstoka berjewendiyên navdewletî û berjewendiyên gelê Sûriyê bên paşguhkirin.

Ev destûr dê kêm û dûrî hêviyên gelê Sûrî, tevahî pêkhate û xewnên wê yên azadî û guhartinê be.

Eger destûrek ji xebatên vê komîteyê derkeve, em wê nas nakin.

Her 30 partiyan, di dawiya daxuyaniya xwe de ev bang li NY kir.

Em ji NY re dibêjin ku pêwîst e nûnertiya me di danûstandinên Sûriyê û tevahî komîteyên pêwendîdar de hebe.

Partî û rêxistinên ku daxuyanî dane ev in:

1-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD).

2-Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê.

3-Partiya Lîberal a Kurdistanê.

4-Partiya Komunist a Kurdistanê.

5-Partiya Demokratîk a Kurdistanê- Sûriyê.

6-Kombûna Niştimanî ya Kurdistanê.

7-Partiya Guhertin a Demokratîk a Kurdistanê.

8-Partiya Nûjen a Kurdistanê.

9-Partiya Kedkarên Kurdistanê.

10-Partiya Kesk a Kurdistanê.

11-Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyê.

12-Partiya Çepgir a Demokratîk a Kurd li Sûriyê.

13-Partiya Rêkeftin a Demokratîk a Kurd li Sûriyê.

14-Partiya Çep a Kurd li Sûriyê.

15- Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê ( Yekitî).

16-Tevgera Reform – Sûriyê (Îslah).

17-Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî)

18- Partiya Yekitiya Suryan.

19-Desteya Niştimanî ya Erebî.

20-Partiya Biratî ya Kurdistanê.

21-Tevgera Veguhestinê ya Demokratîk (Heyet El-Tensîq).

22-Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyê.

23-Partiya Nûjen û Demorkatîk a Sûriyê.

24-Yekitiya Niştimanî ya Azad- Rojava.

25-Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê.

26-Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM).

27-Kongreya Star.

28-Partiya Mûhafizkarên Demokratîk.

29-Partiya Asûr a Demokratîk.

30-Partiya Pêşerojê ya Sûriyê.

 

Leave a Reply

Back to top button