OMER: BÊYÎ ME ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ NE PÊKAN E

Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî diyar kir ku dûrxistina rêveberiyê ji komîteya amadekirina destûra nû ya Sûriyê, wê temenê aloziya Sûriyê dirêjtir bike. 

Ebdulkerîm Umer dest nîşan kir ku komîteya destûrî wê mîna komîteyên berê bê encam be.

Avakirina wê, tenê ji bo qezenckirina demê ye.

Ebdulkerîm Umer bi bîr xist ku, eger nûnerên Rêveberiya Xweser ji komîteya destûrî werin dûrxistin, wê encamên wê jî wan eleqedar neke.

Umer dest nîşan kir ku wan ji şandeyên ku serdana herêmê kirine re teqez kiriye ku bêyî wan , çareserkirina aloziya Sûriyê ne pêkan e.

Umer sedama dûrxistina wan ji prosesa siyasî û komîteya destûrî, bi vetoya Tirkiyê ve girêda.

Hevserokê Buroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Ebdulkerîm Umer dawiyê diyar kir ku ew bi diyaloga Sûrî-Sûrî û çareseriya aştiyane ya aloziyê re ne.

Leave a Reply

Back to top button