4 leşkerên rejîma Sûrî û 2 çeteyên dewleta Tirk di şerê li herêmên Qşo ”Bêçek” de hatin kuştin û rejîmê nuqtene din bi dest xistin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku li gundewarê Idlibê, li bakurê rojhilatê Xan Şêxûn, di navbera hêzên rejîmê û çeteyên dewleta Tirk de şerekî dijwar rû da.
Navendê diyar kir ku hêzên rejîmê bi pêş de çûn û li derdora girê Cafer gelek nuqteyên nû bi dest xistin.
Di encama şer de jî 4 leşkerên hêzên rejîmê û 2 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin.
Li herêmên qaşo bêçek agirbesta yekalî di roja xwe ya 25`mîn de ye.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov diyar kir ku li van herêman ji 30`ê Nîsanê ve 4 hezar û 155 kes hatine kuştin.
Di nav wan de hezar û 66 sivîl hene.