OMER OSÊ: TIRKIYÊ BI ZANEBÛN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ DÛRÎ KOMÎTEYÊ KIR

Parlamenterê hikumeta rejîma Sûrî Omer Osê têkildarî ragihandina Komîteya Destûrî daxuyaniyek da.
Osê diyar kir ku nebeşdarbûna nûnerên Bakur û Rojihilatê Sûrî di komîteya disturê de li dijî berjewendiyên giştî yên niştîmanî yên Sûriyê ye.
Osê teqe kir ku komîte bi destên dewletên weke Rûsya, Îran û Tirkiyê hatiye avakirin û li ser daxwaza dewleta Tirk nûnerên Bakur û Rojihlatê Sûrî hatine dûrxistin.

Parlementerê hikumeta rejîma Sûrî Omer Osê têkildarî ragihandina Komîteya Destûrî daxuyaniyek da û nerazîbûna xwe ji ber nebeşdarbûna nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûrî di komîteyê de anî zimên.

Omer Osê diyar kir ku bi nebşedarbûna nûnerên Rêvebriya Xweser di komîteyê de lawaziyek daye komîteyê.

Osê destnîşan kir ku dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji Komîteyê bi destê dewleta Tirk bi zanebûn pêk hatiye.

Ji bilî nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûrî, Osê teqez kir ku ev komîte nûnertiya gelê Kurd jî nake.

OMER OSÊ: NEYEKRÊZIYA GELÊ KURD EW DÛRÎ BEŞDARBÛNA KOMÎTEYÊ KIR

Li gorî Osê sedemên nebeşdarbûna Kurdan jî ev in:

Neyekrêziya refê Kurdî û lihevnekirina partiyên siyasî yên Kurdî.

Her wiha destwerdana dewletên herêmî di avakirina vê komîteyê de, ku di encam de kurd jê hatin dûrxistin.

Têkildarî beşdarbûna ENKS’ê di komîteyê de jî Parlementerê hikumeta rejîma Sûrî Omer Osê da xuyakirin ku ENKS’ê wekî parçeyek ji ”Itîlafê” beşdar bûye, ne ku wekî nûner ji Kurdan re.

Piştî danûstandinên derdora sal û nîvekê ji bo avakirina komîteya Destûrî ya Sûrî, duh Sekretêrê Giştî yê NY Antoniyo Guteress ragihand ku avabûna Komîteya Destûrî bidawî bû.

Leave a Reply

Back to top button